TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky biryarnameya ku bi Pûtîn re dîyalog neyê kirin îmze kir!

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2022 00:00

PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ragihand ku piştî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 4 herêmên Ukraynayê bi referandûman tevlî Rûsyayê kir, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî li dijî Pûtîn û Rûsyayê biryarnameyek îmze kir.

Hat eşkere kirin ku Zelensky biryarnameya ku bi Pûtîn re diyalog û danûstandin neyê kirin îmze kiriye û biryara bo 4 herêman jî bi awayekî neyasayî pênase kiriye.

Zelensky gotiye: "Pûtîn wateya rûmet û şerefê nizane. Ji ber wê em ji bo diyaloga bi Rûsyayê re amade ne, lê bi serokekî din ê Rûsyayê re."

Li gorî daxuyaniya Kremlînê jî ji bo bidawîkirina şer pêwîsti bi danûstandinê heye diyar kiriye: "Yan em ê li benda guhertina helwesta serokê niha bimînin an jî em ê li benda serokekî bê bimînin da ku helwesta xwe ji bo berjewendiya gelê Ukraynayê biguherîne."

Parve bike: