TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky: Eger Rûsya hemû Ukrayna dagîr kir wê ser weke soresê berdewam be

Admin L
Nivîskar
📅 08 adar 2022 17:02

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky daxwaz ji Amerîkiyan kir ku di şerê dijî Rûsya de piştevaniya wan bikin û got, Rûsya hemû Ukraynayê dagir bike jî, wê şer berdewam be.

Volodymyr Zelensky alîkariya bi gavên pratîk û yekser daxwaz dike û dibêje, eger Rûsya hemû Ukrayna dagîr kir, wê şer weke şoreşê berdewam be.

Herwiha Zelensky daxwaz ji welatiyê Ukraynayê jî kir ku berxwedana xwe li hember êrîşa ku heya niha bûye sedema koçberbûna zêdetir ji milyonek û 700 hezar kesan berdewam bikin.

Zelenesky da zanîn: “Îro şer li Ukrayna ye, sibe wê li Lithuania, li Polenda û pişt re jî li Almanya be” û wek “karekî metirsîdar” binav kir. Herwiha diyar kir: “Rast e Amerîka dû re, lê di van rojên dawiyê de ew hest dike ku bêtir nêzîkî Ukrayan bûye.”

Di peyameke din de Serokê Ukraynayê destnîşan kir: “Rûsya korîdorên mirovî yên ji bo derxistina welatiyan û gihandina xwarin û dermanan jî mayîn dike.”

Zelensky tekez jî dike, ew ê li ser danûstendinan rijd bin heta ku wê rêyê bibînin û ji xelkê re bêje ku ev rêya aştiyê ye.

Peyamên Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy:

“Pirs ev e, heya kengî em dikarin li ber xwe bidin. Ev yek li ser gelek tiştan radiweste, ne tenê li ser me, em ê tehemul bikin. Eger hatin bo nava hemû bajarên me, wê şoreş û şer hebe û kes ji me dest ji serxwebûna xwe bernade. Îro li vir şer e, sibe wê li Lithuania be, li Polenda û piştre jî li Almanya. Ev karekî metirsîdar e. Amerîka dû re lê di rojên dawiyê de, ez hest dikim bêtir nêzîkî me bûye.

Em cihekin li Ewropa, cihê azadiyê, navçeyek ji bo azadiyê û hemû kes di wê baweriyê de em dûrî Amerîka û Kanada ne, Na! em li navçeya azadiyê ne, dema ku sînorê maf û azadiyan tê binpêkirin, wê demê divê tu me biparêzî, ji ber ku em di destpêkê de tên, hûn piştre tên. Ji ber ku herçiqas ev hov zêde bixwe, daxwaza zêdetir dike.

Ez dixwazin tenê tu (Amerîka) hest bikî û fêm bikî azadî ji me re tê çi wateyê? Ji ber Amerîkî her demê behsa azadiyê dikin û ew dizanin azadî çi ye. Niha dema tu li Ukrainiyan dinerî, ez bawerim tu hest dikî ew ji me re tê çi wateyê.

Eger te dît û fêm kir em hest bi çi dikin, dema ku em şerê hemû dijminan ji bo azadiya xwe dikin, Piştevaniya me bikin. Piştevaniya me bikin ne tenê bi gotinan lê bi gavên praktîk û yekser. Wiha bike û ez bawerim ku em ê serbikevin. Bê guman bi hemû cîhanê re.”

Parve bike: