TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky: "Ev yek ji cihên herî bi xwîn e li eniyê ye"

Admin L
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2023 14:00

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyî de bang li welatiyên Ukraynayê kir û got, "Li herêmên Luhansk û Donetskê pevçûnên tund berdewam dikin."

Zelensky diyar kir, bajarên navborî tevî êrîşên dijwar ên artêşa Rûsyayê jî di bin kontrola hêzên Ukraynayê de ne û got, "Ev der yek ji cihên herî bi xwîn ên eniyê ye."

Zelensky hêzên Rûsî tawanbar kir ku pabendî agirbesta 36 saetan a ku li Ukraynayê hatiye ragihandin nebûne û da zanîn, di saetên agirbestê de Rûsyayê êrîşî ser Kramatorsk û bajarên din ên herêma Donbasê kir.

Herwiha Zelenskiy destnîşan kir, baweriya wan bi gotina Rûsyayê nayê û wiha got: "Hewldanên Rûsyayê yên manîpulekirina dîplomasî û siyasetê tu carî encam nadin."

 
Parve bike: