TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky: "Rûsya bi êrîsa Khersonê dixwaze Ukraynayiyan bitirsîne"

Admin L
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2022 14:03

PeyamaKurd Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bertek nîşanî êrîşa hewayî ya Rûsyayê ya li dijî herêma Xersonê da.

Zelenskiy diyar kir, di encama bomberdûmana navenda bajarê Xerson a li başûrê Ukraynayê de 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn, êrîş şermezar kir û got, armanca Rûsyayê bi vî rengî ew e ku Ukrayniyan bitirsîne.

Rêberê Ukraynayê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got, “Ev êrîş danê sibê roja Şemiyê şeva Noelê û li navenda bajêr pêk hat. Ew ne navendeke leşkerî ye... Kuştina ji bo tirs û kêfê ye.”

Li gor Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Kyrylo Tîmoşenko, di êrîşê de herî kêm 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Zelensky artêşa Rûsyayê wekî "terorîst" bi nav kir û got, "Divê cîhan bibîne û fêm bike ka xerabiya mutleq ya ku em şer dikin çi ye."

Parve bike: