TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky Serokwezîrê Iraqê vexwend Ûkraynayê

Admin L
Nivîskar
📅 20 gulan 2023 14:57

PeyamaKurd Hat ragihandin, Sûdanî û Zelenskiy di çarçoveya Lûtkeya Yekîtiya Ereban de hevdîtin pêk anîn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî ku ji bo beşdarî Lûtkeya Komkara Erebî bibe li Ceddaya Erebistana Siûdî bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hevdîtin kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sûdanî de hat ragihandin, Sûdanî û Zelenskiy di çarçoveya Lûtkeya Yekîtiya Ereban de li hev civiyan.

Herwiha hat diyarkirin, Sûdanî û Zelenskiy li ser başkirina têkiliyên navbera Bexda û Kîevê axivîn.

Hat diyarkirin, Serokwezîrê Iraqê tekîd li ser wê yekê kir ku divê li Ukraynayê xwe bispêrin amûrên dîplomatîk û rê bidin ku diyalog bigihêje çareseriyeke aştiyane.

Serokomarê Ukraynayê herwiha daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistin û bihêzkirina hevkariyên bi Iraqê re di warên curbicur de dûpat kir û Sûdanî jî vexwend serdana Ukraynayê.

Zelenskiy rola Iraqê li navçeyê û herwiha hewlên Bexdayê yên ji bo pêşxistina ewlehî û aramiyê bilind nirxand.

Parve bike: