Cîhan
Zerîf: Enqere li hember Bexda û Samê siyaseteke xelet dimesîne
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, helwesta Îranê ya li dijî hebûna serbazên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê nîşan da û diyar kir; Enqere li hember Bexda û Şamê siyaseteke xelet dimeşîne.
Di beşdariya televîzyona Press TV ya Îranê de Mihemed Cewad Zerîf axivî û got: “Armanca Îranê li Sûriyê, têkoşîna li dijî terorê ya ku gefê li deverê dixwe ye.”
Hêjayî bibîrxistinêye, ev gotinên Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, piştî aloziyên navbera Enqere û Tehranê hat, ku tê gotin; ji ber desteserkirina dîplomatkarekî Îranî yê bi navê Mihemed Reza Nasirzade, ji aliyê desthilatdarên Tirkiyê bi tohmeta kuştina Îraniyekî bi navê Mesûd Mewlewî Wendercanî, hatiye holê.