TR KU SO
FB X
Cîhan

Zerîf: Ezê rapora hevdîtina Esed pêskesî Erdogan bikim

Admin H
Nivîskar
📅 17 nîsan 2019 18:21

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî serdana Sûriyê îro derbasî Tirkiyê bû û bi rayedarên tirk re des bi danûstandinan kir.

Zerîf li balafirxaneya Enqerê got, “Em dixwazin kêşeya Sûriyê di navbera dewletên herêmê de bi rêya gotûbêjan were çareserkirin. Em hêvî dikin danûstandinên me ji bo çareseriyê bibin piştgir.”

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha diyar kir, “Min li Sûriyê bi Esed re hevdîtineke dirêj pêk anî. Ezê rapora vê hevdîtinê pêşkeşî Erdogan bikim.”

Parve bike: