TR KU SO
FB X
Cîhan

Zîqar | Di encama teqeyên kêfxwesiya Heciyan de mamosteyekî can da

Admin L
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2023 16:19

PeyamaKurd  Li parêzgeha Zîqar a Iraqê di dema vegera Heciyan de di encama teqeyên kêfxweşiyê de mamosteyekî can da.

Hat zanîn, êvara Înê 14ê Tîrmeha 2023an, li parêzgeha Zîqarê ya başûrê Iraqê, dema ku Hecî ji Erebistana Siûdî vegeriyan, ji bo nîşandana kêfxweşiyê gulle hatine berdan û gulleyek li mamosteyekî ketiye û can daye.

Li gor jêderekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re daye zanîn, ew kesê ku can daye mamoste ye û karmendê Wezareta Perwerde ya Iraqê ye û hîn nayê zanîn gulleya ku li mamoste ketiye, ji aliyê kê ve hatiye teqandin.

Do êvarê Desteya Hec û Umreyê ya Iraqê da zanîn, karwanê dawî yê Heciyên Iraqê bi rêya Balafirxaneya Bexdayê ji Erebistana Siûdî vegeriyaye û hemû Heciyên Iraqî "bi silametî" vegeriyane nav malbatên xwe.

Parve bike: