Zubeyr Aydar: Bila ti kes bê sert destekê ji Kurdan nexwaze!
PeyamaKurd- Rojnamevan Amberin Zaman li ser hilbijartina 24ê Hezîranê nêrînên xwe eşkere kirin û hinek gotinên Nûnerê Tevgera Kurdî Zubeyr Aydar jî parve kirin.
Rojnamevan Amberin Zaman di 18ê Gulanê de nivîseke bi navê “Azmûna Muharrem İnce ya pêşî/Muharrem İncenin ilk karnesi” weşand û di wê nivîsê de daxuyaniyên girîng dan.
Amberin Zaman got ku Muharrem İnce heta niha siyaseteke baş meşand û bala Kurdan jî kişand. Heke bi vî rengî here, wê zorê bide Recep Tayyip Erdogan.
Zaman di heman demê hinek gotinê Nûnerê Tevgera Kurdî Zubeyr Aydar jî parve kirin û got ku di nêzîk de ez bi Zubeyr Aydar re axivîm û wî wiha got: “Li gorî min hilbijartin wê bimîne tûra duyem û Recep Tayyip Erdogan û Muharrem İnce wê bimînin. Wî wextî hewceyiya wan bi rayên Kurdan heye. Lê belê ti kes bila neyê ji Kurdan re nebêje; ez ê we xilas bikim û hûn jî bê şert û şurût rayên xwe bidin min. Lewra şert û hêviyên Kurdan hene. Ti kes nikare Kurdan bi we’dê pûç û vala bixirîne. Bi Erdogan û Meral Akşener re levhatin pir zor e. Lê dibe ku HDP û CHP di tûra duyem de li hev werin.”