Kurdistan
12 sivanên Kurd û bêhtirî 400 pezên wan hatin rizgarkirin
PeyamaKurd - 11 şivanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê ku li sînorê Hacî Omeranê ji aliyê hêzên Îranî ve hatibûn desteserkirin, bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin azadkirin.
Li gorî nûçeya K24ê li devera Soranê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berpirsên Îranê re pêwendî kir û 12 şivan û pezên wan ên hatibûn desteserkirin, hatin azadkirin û vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Li gorî zanyariyan kesên hatibûn destgirtin piştî nêzikî 6 demjimêran hatine azadkirin û Îranê merc daniye ber wan û gotiye, u
Rêvebirê Nahiya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihandibû ku îro 21ê Tîrmehê danê sibê hêzên Îranî 4 km derbasî nava sînorê Herêma Kurdistanê bûne û 11 şivanên Kurd û zêdetir ji 400 seriyê pez desteser kirine.