TR KU SO
FB X
Kurdistan

131 pêketiyên koronayê hatin tomarkirin, wefat nîn in

Admin H
Nivîskar
📅 19 sibat 2021 23:38

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 131 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ti wefat çênebûne.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin, di 24 demjimêrên borî de 131 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 53 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê û 6 kes jî li Raperînê ne.

Hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 80 kes ji nexweşiya vîrusa koronayê baş bûne ku ew jî 40 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 22 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî yên Herêma Kurdistanê wiha ne:

Pêketin: 107549

Mirin: 3504

Başbûn: 102843

Parve bike: