142 xwendekarên li derve asê mabûn gihîstin Hewlêrê
PeyamaKurd - Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi hemahengiya Wezareta Derve ya Federalî, 142 xwendakarên Kurd ji Kibrisê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.
Hikûmeta Kurdistanê bi raspartina Serokwezîr Mesrur Barzanî, vegerandina hemwelatiyên Kurd ên ji ber tedbîrên belavbûna vîrusa koronayê li welatên derve asê mane, berdewam dike.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, spasiya dezgeh û saziyên ku roleke berçav di proseya vegerandina hemwelatiyên asê mane nîşan dane kir.
Fermangeha Peywendiyên Derve ragihand ku 142 qutabî û xwendekar ji Kibrisê gihîştine Balarfirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ku wê 14 rojan bi sedema tedbîra koronayê werin karantînakirin.
Heta niha 10 karwanên hemwelatiyên Kurdistanê ji welatên derve hatine vegerandin ku ji ber rêkarên dijî koronayê û ragirtina geştên asmanî li derveyî welat asê mabûn.