TR KU SO
FB X
Kurdistan

15 girtî sibe dest bi ‘Rojiya Mirinê’ dikin

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2019 19:46

PeyamaKurd – Girtiyên PKKyî ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê sibe dest bi ‘Rojiya Mirinê’ dikin.

Li gorî nûçeya ANFê Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKKê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Dê çalakiya greva birçîbûnê di xeta 14ê Tîrmehê de bi biryardarî berdewam bike.”

15 girtiyên ku ‘Rojiya Mirinê’ didin destpêkirin ev in:

Li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan li Stenbolê: Nesrin Akgül, Şükran Aydın, Zozan Çiçek.

Girtîgeha Gebze ya Jinan: Ardıl Çeşme, Aslı Doğan.

Girtîgeha Wanê: Ahmet Anığı, Özhan Ceyhan, Vedat Özağar, İhsan Bulut, Erol Çelik.

Girtîgeha Diyarbekirê: Engin Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan, Ferhat Turgay.

Grevên birçîbûnê yên ku bi Parlamentera HDPê Leyla Guven dest pê kiribûn, niha gihîştine roja xwe ya 173yan.

Parve bike: