TR KU SO
FB X
Kurdistan

15 malbatên biyanî li Serêkaniyê hatin bicihkirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 tebax 2023 00:03

PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye, demografiya tê guhertin û xelkên ji derve têne bicihkirin.

Herî dawî li gorî çavkaniyên herêmê, 15 malbatên çekdaran ên biyanî û sûriyeyî li Serêkaniyê hatin bicihkirin.

Li gorî çavkaniyan malbatên çekdaran li baregeha artêşa Tirkiyê ya nêzî rêya Kornîş a li beramberî Parka Basil hatin komkirin û ji wir dê li navçeyê bên belavkirin.

Parve bike: