TR KU SO
FB X
Kurdistan

16 wefat û 567 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2021 23:04

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 567 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 14ê Mijdarê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 567 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 281 kes li Hewlêrê, 100 kes li Silêmaniyê, 61 kes li Duhokê, 7 kes li Helebce, 18 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Helence, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 643 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 369265 kesan, ya mirinan bû 6667 kes û heta niha 354883 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: