TR KU SO
FB X
Kurdistan

182 kes li Kurdistanê bi Kovid-19 ê ketin

Admin M
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 02:41

PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 182 kes bi Kovid-19 ê ketine jimara nexweşan yên heya niha gihaye 2.655 kesan. Jimara kesên ku di nav 24 sietan de bi sedema Kovid-19 ê mirine 5 kesin.

Di nav 24 sietên dawiyê li Hewlêrê 30 kes, li Silêmaniyê 107 kes, li deverên Germiyan û Raperînê 45 kes bi nexweşîna koronavîrusê ketine.

Heya niha li Herêma Kurdistanê 104 kes baş bûne û bi tevahî 59 kes mirine.

Parve bike: