194 kes bas bûn û di nav 24 saetan de tenê haletek hat tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 14ê Nîsanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, tenê haleteke Covid-19 hatiye tomarkirin, hejmara nexweşên korona bûye 331 kes û 194 kes jî baş bûne.
Ragihandina Wezareta Tenduristîyê ya 14ê Nîsanê û amarên dawî wiha ne:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (7,386) hevwelatî bûn di 30 cihên cuda de. Niha tenê (1,158) hevwelatî di kerentînan de man e, (390) li Hewlêrê, (54) li Silêmanîyê, (690) li Duhokê, (6) li Germîyan, (18) jî li Raperîn. (6,228) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (170) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,196) pişkinîn hatin encamadan. (411) li Hewlêrê, (481) li Silêmanîyê û (304) jî li Duhokê.
Di encam de, tenê yek haleta tûşbûnên li Herêma Kurdistanê hatîye tomarkirin.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (331) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (194) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
14-4-2020