Kurdistan
2 kes ji zîndanê derketin: Yek 30 sal û yê din 31 sal di zîndanê de ma
PeyamaKurd – 2 kesên girtiyên siyasî yên bi navên Halis Tekin piştî 30 salan û Yılmaz Suncak jî piştî 31 salan ji zîndanê hatin berdan. Halis Tekin herî dawiyê di zîndana Diyarbekirê de bû û di 50 saliya xwe de hat berdan.
Halis Tekin, dema ji zîndanê hat berdan ji terefê rêxistina TUAY-DERê de hat pêşwazîkirin. Tekin, ji ber ‘yekîtiya dewletê xerab kiriye’ di zîndanê de bû û cezayê wî ji terefê dadgeha ewlehiya dewletê ya Diyarbekirê (DGM) de hatibû dayîn.
Yılmaz Suncak jî 31 sal di zîndanê de ma û 31 sal di şûn de ji zîndana Îzmîrê ya Şakranê hat berdan. Suncak jî bi heman sûcî hatibû cezakirin.
Her dû zîndanî jî nexweşên wan yên mayînde hene û wezareta dadê tevî wan nexweşiyên wan jî, wan bernedabû.