TR KU SO
FB X
Kurdistan

2 malbatên biyanî li ser zarokan pevçûn: 1 kustî û 4 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 12 tebax 2021 04:01

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Bîrecîkê du malbatên biyanî li ser zarokan pevçûn û di encamê de 1 kes hat kuştin û 4 kes birîndar bûn. Pevçûn di wexta şevê de li taxa Karşiyakayê çêbû.

Hat ragihandin ku her dû malbat bi dar, kevir û kêran lihev xistine. Li ser pevçûnê bo wan jihev veqetînin kesên bi navên Y.B. û A.Ş. ketine navbera wan. Lê bi Y.B. û A.Ş. re ji biyaniyan M.H., İ. H. û Habat Veli yê 27 salî birîndar bûn.

Li ser çûna polîs û têmên tenduristiyê bi ambûlansan ve, melbatan ji hev veqetandin û birîndaran birin nexweşxana Bîrecîkê ya dewletê. Birîndar Habat Velî li nexweşxanê mir. Rewşa her dû birîndarên hemwelatî yên ku ketine navbera wan başe.

Parve bike: