TR KU SO
FB X
Kurdistan

2 Pêsmerge li Çemçemalê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 08 mijdar 2022 04:15

PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Çemçemalê, nêzî seha petrol û xazê ya Kor Morê qeza çêbû û di encamê de 2 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê rêvebiriya tenduristiyê ya Çemçemalê de hat kirin. Rêvebiriya tenduristiyê ya Çemçemalê weha got:

“Li nehiya Qadir Keremê nêzî rafîneriya Kor Morê 2 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 Pêşmergên 30, 32 û 35 salî jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanê beşa lezgîn.”

Parve bike: