Kurdistan
200 zîndaniyên Semsûrê birin Îslahiye
PeyamaKurd- Bi sedema erdheja ku li Xarpêtê li Siviriceyê çêbû, erdhej zîndana Semsûrê (Adıyaman) jî xiste bin bandora xwe û terk li dîwarên zîndanê ketin. Li ser bûyerê biryar hat dayîn ku zîndaniyan neqlê zîndanên bajarên din bikin. Di zîndana Semsurê de 814 zîndanî hene.
Ji wan zîndaniyan 200 kesan birin zîndana navçeya Îslahiyê ku bi ser bajarê Entabê ve ye. Zîndanî ji aliyê cendirmeyan ve bi erebeyên zirxî hatin birin bo zîndana Îslahiyê.