TR KU SO
FB X
Kurdistan

250 terorîstên din ên DAISê xwe radestî HSDê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2022 19:30

PeyamaKurd - HSDê ragihand, di berdewamiya şer û pevçûnên li Hesekê de îro danê sibê 250 çekdarên din ên DAIŞê xwe radestî hêzên wan kirine û bi wê yekê hejmara çekdarên ku ji destpêka aloziyên li Hesekê xwe radest kirine, bo 550 kesan bilind bû.

Şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam e, ku çekdarên DAIŞê ji roja Pêncşemê 20ê Çile ve di wê girtîgehê de dest bi serhildanek  mezin kirine.

 

Parve bike: