Kurdistan
254 kes bi koronayê ketin, 14 kesan jî can da
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê ragihandin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di nav 24ê saetên dawî de di encama pişkinînên li ser 2 hezar û 298 kesan de, 254 tûşbûyên nû yên Covid-19 hatine tomarkirin û li seranser herêma Kurdistanê 14 kesan jî can daye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 5 kesan li Hewlêrê, 5 li Silêmaniyê û 4 nexweşên koronayê jî li Germiyanê can dane.
Bi van hejmaran re, heta niha li Herêma Kurdistanê 9 hezar û 455 kes bi koronayê ketine, 3 hezar û 378 kes baş bûne û 5 hezar û 751 kes jî di bin çareseriya pizîşkî de ne.
Heta niha 326 kesan li Herêma Kurdistanê ji ber vîrusa koronayê can dane ku Hewlêr 54, Silêmanî 268 û Helebce jî 4 kes in.