Kurdistan
27 sal berê li Amedê hatibû kustin: Apê Mûsa hat bibîranîn
PeyamaKurd – Komek aktivîst, parêzer, rojnamevan û endamên partiyên siyasî li Seyrantepe ya Diyarbekirê, cihê ku rewşenbîr û rûspiyê Kurd Musa Anter (20 Îlon 1992) hatibû kuştin, ew bibîr anîn.
Di merasîma bîranînê de li ber peykerê Musa Anter wêneyên rojnamevan û kesayetên salên 90î ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn kuştin hilgirtin û bi gul û qernefîlan ew bi bîr anîn.
Kurê Musa Anter Dîcle Anter di merasîmê de got, ji ber bavê wî bi kurdî axivî û fîkand gelek caran hatiye binçavkirin û rastî lêdanê hatiye û îro hê jî Kurdî qedexe ye.
Anter, diyar kir, ew pê bextewar dibin ku îro bi sedan şagirtên Apê Mûsa xeta wî didomînin.
Herwiha îro komek rojnamevan jî, ji bo Musa Anter li ser gora wî bibîr bînin çûn Gundê Stilîlê yê Nisêbînê.