28 sal berê gelê Kurd yekem parlamentoya xwe hilbijart
PeyamaKurd – Ji bo Parlamentoya Herêma Kurdistanê 28 sal berê 19ê Gulana 1992yan yekemîn hilbijartin hat kirin. Ev hilbijartin di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de yekem pêngava demokrasiyê bû ku gelê Kurd li ser beşeke erda welatê xwe bi hilbijartinan nûnerên xwe hilbijartin.
Sala 1992yan Enîya Kurdistanê ya Iraqê biryar da ku hikûmetekê û meclîseke herêmî ava bikin. Roja 19ê Gulana 1992yan jî hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê hatin encamdan. 9 partiyan beşdarî li hibijartinê kir û bi qasî milyonek welatiyên Kurdistanê ku pêkhateyên olî û netewî jî di nav de bûn, çûn ser sindoqên hilbijartinê.
Di yekemîn hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de PDKê 50 kursî, YNKê 50 kursî û partiya Asûriyan Tevgera Demokratîk 4 kursî û Partiya Yekîtiya Xristiyan jî kursiyek standin.
Piştî yekem hilbijartina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê bi 5 mehan jî Parlamentoya Kurdistanê 4ê Cotmeha 1992yan Kurdistana Federal îlan kir.
Partiyên ku beşdarî yekem hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bûne ev in:
- PDK: Serokê wê Mesûd Barzanî
- YNK: Serokê wê Celal Telebanî
- Partî Gelî Dimukratî Kurdistan: Serokê wê Samî Ebdulrehman
- Hizbi Sosyalîstî Kurdistan-Iraq: Serokê wê Resul Mamend
- Partî Sosyalîstî Kurdistan(PASOK): Serokê wê Ebdula Agirîn
- Bizutnewey Îslamî Kurdistan: Serokê wê Şêx Usman Ebdezîz
- Partî Komûnîstî Iraq-Herêmî Kurdistan: Serokê wê Eziz Mihemed
- Tevgera Demokratîk ya Aşûriyan: Serokê wê Younadim Yusuf
- Hizbi Zehmetkêşanî Kurdistan: Serokê wê Qadir Ezîz
Di hilbijartina yekem de ji ber ku benda 7%ê dengan hebû beşek ji partiyên Kurdistanê neketin parlamentoyê.
Niha di Parlamentoya Kurdistanê de; 111 kursî hene ku 11 kursî ji bo pêkhateyên Turkmen, Kildan, Suryan, Aşûrî û Ermenan hatine terxankirin. Herwiha pêkhateyên Kurdistanê ji bilî wan 11 kursiyên misogerkirî jî dikarin di hilbijartinan parlamenteran bidest bînin.