Kurdistan
3 gumanbarên serê eraziyê yê Bismilê hatin girtin
PeyamaKurd – Bi fermana Serndozgeriya Komarê ya Bismilê, li ser şer û pevçûna eraziyê ya navçeya Bismil a Diyarbekirê ku 15ê Hezîranê rû dabû û 9 kes hatibûn kuştin, 3 gumanbar hatin girtin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna berdewam a bûyera Bismilê de ku 3 dozger hatine erkdarkirin, heta niha ji 26 gumanbaran 10 kes hatine binçavkirin û ji wan 3 kes hatine girtin.
Herwiha 4 kesên binçavkirî hatine berdan û tedawiya 2 kesên birîndar bûne jî dewam dike.
Hat diyarkirin ku ji bo desteserkirina 16 kesên din ên ji herdu malbatên şerê hev kirine jî xebat dewam dikin.