TR KU SO
FB X
Kurdistan

3 Kurdên Sêxbizinî yên Kerkûkê hatin qetil kirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2020 20:20

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Gundê Tolkê, devera Şêxbizinî ya girêdayî Kerkûkê sê kurd hatin qetil kirin.

Li gorî zanyariyan, di encama gûlebarankirina otomobîla wan de, 3 kurdên Şêxbizinî jiyana xwe ji dest dan.

Hîn nehatiye piştrastkirin bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, lê guman heye terorîstên DAIŞê ew êrîş pêk anîne.

Gindê Tolkê yê devera Şêxbizinî girêdayî navçeya Şiwan a bi ser parêzgeha Kerkûkê ve ye.

Parve bike: