Kurdistan
3 saredarên Mûsê yên HDP ê ji ser kar hatin derxistin
PeyamaKurd- Bi sedema ku bo “rêxistina terorê propaganda” kirine 3 şaredarên navçeyên Mûşê ji aliyê wezareta karên hundir yên Tirkiyê de, ji şaredariyan hatin dûrxistin. Şaredarên navçeya Kopê Adnan Topçu û yê Gimgimê Ülkü Karaaslan Baytaş niha di binçav de ne û lêpirsîna wan dewam dike.
Şaredarên Erentepe ya bajarokê bi ser Kopê de, Dilaver Kesik, ji aliyê serdozgeriya Mûşê de bi sedema “alîkariya rêxistina terorê bi zanîn û propagandeya rêxistinê” kiriye, di binçav de ye û wî jî ji wezîfê dest kişandin.
Qermeqamê Kopê bû qeyyûmê şaredariya Kopê û Erentepe. Qeymeqamê Gimgimê bû qeyyûmê şaredariya Gimgimê.