TR KU SO
FB X
Kurdistan

3 senatorên DYAyê gotin: Divê Kurd bibin xwediyê welatê xwe

Admin M
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 21:04

PeyamaKurd – 3 senatorên Amerîkayê yên ji her dû partiyan ji bo K24ê ragihandin ku Kurd di nav qiymetên hevpar yên Amerîka de ne û pêwiste van têkiliyan dewam bikin.

Senatorê Amerîka Rick Scott, senator John Kennedy û senator Tim Kaine desteka xwe ji bo Kurdan ragihandin. Yek ji wan; banga zelal ya ji bo dewleta Kurdî bû.

Ji K24ê Rahim Raşidi bi wan re bi John Kennedy, Tim Kaine û Rick Scott hevpeyvîn kir ku di nav 20 salên dawiyê de, di nav şerê dijwar de têkilî bi Kurdan re hatiye danîn û ev têkilî di nav çêkerên yasayan de, di asta herî bilind de hatiye teyîd kirin û her 3 senator fikrên xwe yên di derbarê pêwendiyên DYA-Kurd de parvekrin.

Daxwuyaniya herî fireh senatorê Komarî yê eyaleta Louisiana senator John Kennedy da. Kennedy got:

“Ez ji xelkê Kurdistanê hez dikim. Divê Kurd bibin xwediyê welatê xwe. Demekî dirêje dibêjim. Kurd bûn dostê baş yê Amerîkayê. Ez vêya zanim û ji bo dikarim bêjim Kurd dostên me ne, ez minnetdar im.”

Kennedy, Kurda ji dostaniyê wêdetir binav kir û got:

“Dostên me yên Kurd belaveyê 5 welatên cuda bûne. Zekîne, fikra wan zelale, bi ramanin, pirtûkan dixwînin û mirovên zana ne.”

Ev daxwuyanî ji fermiyetê dûr lê bi germahiya xwe y a şexsîbalê dikşîne. Di mijara daxwazên Kurda yên siyasî yên Kurd bêriya wan kirine, fikrên xwe ji danerekî yasayan bêhtir, samîmiyetekî şexsî di mijara Kurd de nîşan da.

Parve bike: