'3 welatan li ser 'Herêma Ewle' ya bêyî HSDê li hev kir'
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurdê Rojavayê Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî di nirxandineke xwe de got ku dê Amerîka li demeke nêzî herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihîne û hersê welatên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê li ser li hev kirine.
Ezîzî bal kişandiye ser ku xebatên bo li demeke nêzîk ragihandina herêma ewle berdewam dikin û îdia kir ku Amerîka, Rûsya û Îsraîlê li ser li hev kirine.
Li gorî Dr. Kawa Ezîzî dibêje, dê herêma bi ewle ji bajarê Kobaniyê dest pê bike û heta sînorê herêma Kurdistanê ango deriyê sînorî yê Sêmalkayê bixe nav xwe.
Ezîrî got ku li gorî lihevkirinê dê YPG-HSD di berevaniya herêma ewle de cî nestîne û dê tenê hêzên lîberal û ne tundrew cî bigirin.
Siyasetmedarê Kurd dibêje, piştî ragihandina herêma ewle dê koçberên şer ên Rojavayê Kurdistanê vegerin malên xwe û wê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî xebatên xwe yên siyasî ji nû ve bide destpêkirin.
Dr. Ezîzî destnîşan kir, bi herêma ewle ya ku Amerîka behsa wê dike, mebest parastina kurdên Rojavayê Kurdistanê ji PYD û rêxistinên din e ku Amerîka herwiha dixwaze misogeriyê bide Tirkiyê daku bizanin Rojhilatê Firastê bo wan ne gef e.