TR KU SO
FB X
Kurdistan

30 deverên Hekkariya bo hatin qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 18 tebax 2018 22:44

PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya 30 dever bo 2 hefteyan weka deverên “herêmên taybet yên ewlekariyê” hatin îlankirin. Navenda bajarê Hekkariya, navçeya Çelê, Şemzîna û Gever di nav de 30 dever. Parêzgeriya Hekkariya deverên navborî ji roja 22 tebaxê siet ji nîvê şevê heya 5ê êlûnê siet nîvê şevê weka deverên taybet beyan kir.

Li gor beyana parêzgeha Hekkariya, deverên navborî di navbera wan  tarîxan de qedexe kir ku hemwelatî bê îzin herin wan deveran. Di nava wan de navenda Hekkariya, Sirta Kilêsiyê, Nêrgizpinar û girê 2013 mt bilind hene ku dikevin navçeyên bajêr.

Parve bike: