348 kesên din pê ketin, 18 kesan jî can da
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku 348ên din bi koronaylê ketine û 18 kesan jî ji wê nexweşiyê can daye.
Li gorî daxuyaniya 27ê Hezîranê ya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê li Hewlêrê 713, li Silêmanî 708, li Duhokê 365, li Germîyanê 122 û li Helebce jî 60 kesên din bi nexweşiya Covid-19 ketin û hejmara giştî gihîşt 5 hezar û 533 kesan.
Herwiha kesên can dane jî li Hewlêr 1 kes, li Silêmanî 14 û Germîyan jî 3 kes in ku hejmara giştî ya mirinên ji koronoyê gihîştiye 180 kesan.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 1,634 kes baş bûne û 3,719 kes jî li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Li seranserê cîhanê jî heta niha 10,086,969 kes bi Covid-19 ketine û 501 hezar û 393 kesan jî can daye.