371 malbatên Tirkên Ahiskayê li Bedlîsê hatin bicihkirin
PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, hewldanên xwe yên ji bo guhertina demografiya Bakurê Kurdistanê zêde kirin.
Di çarçoveya vê planê de, Enqereyê di qonaxa herî dawî de 371 malbatên Tirkên Ahiska (Tirkên Mesketî) birin navçeya Xêlatê ya Bedlîsê û di xaniyên ku ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin de bi cih kirin. Hate zanîn ku ji bo wan xaniyên nû hatine çêkirin û di wan de bicih bûne.
Çavdêr û pisporên siyasî balê dikişînin ku ev gav ne tiştekî nû ye û beriya vê jî di Sibata 2024an de 218 malbat li heman navçeyê hatibûn bicihkirin.
Dewleta Tirkiyeyê ku berê ev koçber li bajarên rojava yên wekî Bursa, Stenbol û Îzmîrê bi cih dikirin, piştî salên 2016 û 2022yan ew rasterast şandin bajarên Kurdan ên wekî Erzingan û Bedlîsê.
Tê gotin ku armanca sereke ya van gavan avakirina "giravên nifûsa Tirk" e li herêmê, daku di demeke dirêj de nûnertiya siyasî û hêza Kurdan a li ser axa wan qels bibe.