4 Pêşmerge ji ber lêdana brûskê birîndar bûn
PeyamaKurd - Îro Yekşemê di derdora saet 10:00ê sibehê de li sînorê Mîhwerê Xazirê, birûskê li baregeheke Hêzên Pêşmerge da.
Di encama bûyerê de çar Pêşmerge birîndar bûn û ji bo dermankirinê ber bi Nexweşxaneya Lezgîn a Rojavayê Hewlêrê ve hatin veguhestin.
Yek ji Pêşmergeyên birîndar ragihand ku dema ew li ser erkê xwe bûn, birûskê ji nişkê ve li projektorekî elektrîkê daye û di encamê de ew û sê hevalên xwe birîndar bûne.
Bijîşka Hawarhatinê li Nexweşxaneya Lezgîn a Rojavayê Hewlêrê Dr. Solîn diyar kir ku rewşa giştî ya her çar Pêşmergeyan cîgir e.
Dr. Solîn da zanîn ku birîna du Pêşmergeyan sivik e, lê ji ber ku şewqa elektrîkê ya birûskê bi hêz li masûlke, pişt û lingên du Pêşmergeyên din ketiye, êşa wan zêdetir e û niha di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de têne dermankirin.