40 sal di ser derba leskerî ya Tirkiyê de derbas bû
PeyamaKurd- Li Tirkiyê ji her 10 salan carekî leşker dest datanî ser rêvebiriya sîvîl ya Tirkiyê û Kurdistana Bakûr. 1960,1971 û 1980. Di 12 ê êlûna sala 1980yan de, di rojekî weka îro de, serê siba siet di 05.00an de leşker dest danî ser îdareya Tirkiyê. 5 general û bi hemû leşkeran ve. Roja înê bû. Xelk bi dengê general Kenan Evren ku di radyoyê de nûçeya derbê radigihand hişyar bû. Derketina derve qedexebû. Heya xwe bicîh kirin. Roja duşemê hemî dezge û sazî yên hukmî vebûn lê li ser serê her daîreyekî, sazî û dezgeyekî leşker hebûn.
Davêtin ser malan, kargehan, rêxistinan û gelek kesên ku ji aliyê wan de hatibûn tesbîtkirin, wan girtin. Birin îşkencexaneyan, zîdanan û gelek caran ciyên nediyar. Kes newêribû li pey girtiyên xwe here. Bi deh hezaran Kurd girtin û wan îşkence kirin. Zîndanên Kurdistanê û Tirkiyê ji girtiyên siyasî tije bûn. Girtiyan, bi biryara dadgehan û meclisa xwe îdam dikirin. Grûp û partiyên Kurdistanê hatibûn desteserkirin. Rojname, kovar û pirtûkên Kurdî hatin qedexekirin. Axaftina zimanê Kurdî hat qedexekirin û her kî bi Kurdî biaxife ji salekî heya 3 salan cezayê zîndanîkirinê didanê.
Bi Kurda re serî derneketin û piştî salên 1983 yan xort û keçên Kurdan şandin serê çiya. Vê carê li serê çiya wan dikuştin. Derxistina wan ya serê çiya ji aliyê dewletê de tenha bo kuştina xort û keçen Kurd bû. Nedixwestin Kurd bixwînin. Ev kiryarên dewletê hêjî dewam dike.
Serpereştên derbeya leşkerî ya yên sala 1980yan, ne tenha li Kurdistana Bakûr lê li Kurdistana Başûr jî dewam kir. Her roj tehdîdê li ser PDK a başûr dikirin. Tehdîdê li PDK a Kurdistana Rojhilat dikirin û kampên pêşmergeyên Rojhilat bombebaran dikirin. Diketin herêma Behdînanê û pêşmergeyan tehdîd dikirin. Tabloya serpereştên derbeya leşkerî ya Tirkiyê weha bû.
Kesên ji zîndanên Tirkiyê û yên li Kurdistanê derdiketin yek ji wan saxlem dernediket. Piştî ji zîndanê derdiketin, bi nexweşînên ku di zîndanê de pêketine an ji sedema derbeyên bedenî an derûnî ku di zîndanan de xwarine, dimirin.
Kesên ku reviyan diyasporayê weka mêjiyên Kurd li derve bi nexweşînê diketin û gelek ji wan li derveyê Kurdistanê jiyana xwe dan. Ji ber dema derketin derveyê Kurdistanê, lihevkirina çand û jiyana Kurdistanê bi yên milletên din re ne yekbû û mesela lihevkirin û derûniyê derdiket pêş.
Serpereştên derbê di sala 1982an de bo xwe destûra bingehîn çêkirin. Mafên xwe yên şexsî tê de heya bi heyayê parastin. Kes nikaribû ji wan hesab bipirse an wan bidarizîne. Ev maf heya mirina her 5 generalên serpereştên derbeya 12 ê êlûna 1980yan dewam kir. Qanûnekî wisa çêkirin ku îro jî kes nikare ji navê derê û wan qanûnan bi temamî biguhêre. Hukumetên di pey wan de jî nikaribûn qanûna 1982 yan bi temamî biguhêrin.
Hesabê ku ew dikirin heya îro jî dewam dike. Hedef weha bû: Di ti perçeyekî Kurdistanê de wê tevgera netewî bipêş nekeve. Eger pêş bikeve, wê tevgera netewî vemirînin. Niha tenha ew tevgera Kurdî li Kurdistana Başûr bi bexwedana PDK ê dewam dike lê tehdîd û gef û gurên ser wan her berdewame. Eger ew ji derve de nikaribin tevgera netewî vemirînin, wê ji hundir de, Kurda bera Kurda bidin ku rewşa Kurdistanê bo vê kiryara dewletên kûr, bi sedema berjewendiyên şexsî an grûbî dest dide.