44 Koçberên din ên Rojava gihistin Kurdistanê: Hejmara wan ji 17 hezaran borî
PeyamaKurd - Di berdewamiya pêla koçberbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê, 44 koçberên din ên Rojavayê Kurdistanê gihîştin Herêma Kurdistanê.
Rêveberê Giştî yê Navenda Hemahengiya Qeyranan li Herêma Kurdistanê, Hoşeng Mihemed got, hatina koçberan ji Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê berdewam e û roja Pêncşemê 5ê Kanûna 2019an 44 koçberên din ên Rojavayê Kurdistanê gihîştin nav axa Herêma Kurdistanê.
’17 hezar kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn’
Hoşeng Mihemed diyar kir, bi wê yekê hejmara kesên ku ji ber êrîşa Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê ve koçberî Herêma Kurdistanê bûne, gihîşte 17 hezar û 862 koçberan, ku di nava wan de jin, zarok û kesên bi temen hene.
‘Ji ber êrişa Tirkiyê 300 hezar kes koçber bûn’
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, ji ber êrîşa Tirkiyê û ‘dagîrkirina’ herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê zêdetir ji 300 hezar kes ji xelkê wan navçeyan aware û koçber bûne, ku beşek ji wan ji bajarên din ên herêma Cizîrê û bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û hejmarek jî li kampên Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin.