TR KU SO
FB X
Kurdistan

5 kes hatin rizgarkirin,4 kes jiyana xwe ji dest dan

Admin M
Nivîskar
📅 05 sibat 2020 03:51

PeyamaKurd- Îro siet 5 ê êvarê li ser rêya Wan û Miksê, li Buhira Karabêt bi sedema ku berf zêde bû, alavên rêvekirinê dixebitîn da rê vekin. Makîna rêvekirinê li pêşiyê rê vedikir û mînbuseka ku rêwiyan hilgirtibû li pey diçû. Lê berfa zêde bû sedema ku aşîtên berfê bi ser wan de hat.

Makîna rêvekirinê qismen di bin aşîtê berfê de ma lê mînîbus bi temamî di bin aşît de ma û bi qederê 40 metre, ji ser rê, bi aşît re gêr bû. Ajotvanê makîna rêvekirinê bi derfetên xwe, xwe û makîna xwe rizgar kir. Ajotvanê bi navê Bahattin Karagülle telefonî AFAD û 112 ya Xizmeta Lezgîn kir. Tîmên AFADê, UMKE, 112, cendirme û rêxistina rêyên bejayiyê tev çûn ciyê bûyerê.

Gundiyên der û dor jî alîkariya wan kirin û xwe gihandin mînîbusê. 5 kes ji rêwiyan ji bin berfê derxistin û wan şandin nexweşxaneyê. Parêzgerê Wanê Mehmet Emin Bilmez encamê weha ragihand:

“Em texmîn dikin ku di nava mînîbusa ku di bin aşîtê berfê de mabû, 10-15 kes hebûn. 5 kes hatin rizgarkirin. Mixabin 4 kes ji rêwiyan jiyana xwe ji dest dane. Tîmên rizgarkirinê xebata xwe lêgerînê dewam dikin.”

Parve bike: