Kurdistan
588 kesên din bi koronayê ketin û 19 kesan jî can da
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de, 588 kesên din li seranserê Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û 19 kesan jî can daye.
Li gorî daxuyaniya dawî ya wezaretê, di 24 saetên borî de 588 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, 19 kesan can da û 309 kes jî baş bûn.
Heta niha li gorî amarên fermî li Herêma Kurdisyanê 35 hezar û 409 kes bi koronayê ketine û 22 hezar û 326 kes jî baş bûne.
Herwiha hejmara kesên can dane jî gihîştiye 1289 kesan.