667 kesên din bi koronayê ketin û 207 nexwes jî bas bûn
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 14ê Tebaxê ya derbarê vîrusa koronayê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 667 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, 13 kesan can daye û 207 kes jî baş bûne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 667 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 411 kes li Hewlêrê, 61 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Germiyanê, 77 kes li Raperînê, 83 kes li Duhokê û 14 kes jî li Helebceyê ne.
Li gorî daxuyaniyê 13 kesan ji ber vîrûsa koronayê can daye ku ji wan 7 kes li Hewlêrê û 6 kes jî li Silêmaniyê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 207 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 122 kes li Hewlêrê, 43 kes li Germiyanê, 43 kes li Duhokê û 13 kes jî li Helebceyê ne.
Heta niha 20 hezar 2 kes li seranserê Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine, 712 kesan can daye û 11 hezar û 28 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tenduristiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in kir, herwiha careke din ji welatiyan daxwaz kir, pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin.
Herwiha gava hewce bû jî telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.