Kurdistan
68 Parlamentarên Kurd: Bila Serokatiya Kurdistanê çalak bibe
PeyamaKurd - 68 parlamanterên ji fraksiyonên cuda yên Parlemantoya Kurdistanê daxwaza sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê kirin û xwestin Serokatiya Herêma Kurdistanê were aktîvkirin û heta destûr bê pesendkirin jî awayê hilbijartina serok were sererast kirin.
Serokê Fraksiyona PDKê Omêd Xoşnaw di civîneke rojnamevanî de got: “Me wek Fraksiyona PDKê bi fraksiyonên din re pêşniyaza aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, 68 parlamanteran jî li ser wê îmze kirine.”
Xoşnav diyar kir: “Awayê hilbijartina Serok û pirsa dabeşkirina desthilatên wî ku pêştir bo dezgehan hatibû dayîn, vedigere.”
Projeyasa 68 parlamentarên Kurd niha li ber destê parlamentoyê ye ku tê çaverêkirin li ser guftûfo bê kirin û pesendkirin.