Kurdistan
8 DAISiyên xwe di nav koçberan de vesartibûn hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li Kerkûkê komek endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatin desteserkirin ku xwe wek koçber nîşan dabûn û derbasî Kerkûkê bûbûn.
Fermandarê operasyonên artêşa Iraqê li Kerkûkê Seid Herbiye da xuyakirin, doh li kampa Nezare ya koçberên Iraqî ku dikeve rojhilatê bajarê Kerkûkê, 8 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.
Seid Herbiye da zanîn, ew endamên DAIŞê piştî ku DAIŞ li Mûsil û Hewîcê şikest, xwe di nav koçberan de veşartibûn û derbasî Kerkûkê bûbûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye li Kerkûkê heft kampên koçberan yên bi navên; Leylan-1, Leylan-2, Leylan-3, Daqûq, Yehyawe, Nezare û Bawe hene.