88 Pêsmergeyên jin ên Êzidî perwerdehiya leskerî bi merasîmekê bidawî kirin
PeyamaKurd - 88 jinên Kurdên Êzidî yên ku di nava Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî de, li navçeya Şêxan a Duhokê perwerdeya leşkerî wergirtin, xula perwerdeyê bidawî kirin.
Piştî bidawîbûna xula perwerdeya leşkerî ya 88 jinên êzidî merasîmeke leşkerî hat sazkirin.
Di merasîma bidawîbûna xula perwerdehiya 88 jinên êzidî de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî gotarek pêşkêş kir.
The resolute Yazidi women want to participate in the fight against Daesh & become part of the mission to secure & defend their community alongside their brothers in the frontlines. We stand in solidarity with the Yezidi community & all victims of terrorism. #DefeatDaesh https://t.co/BMX08PmAN3
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) February 25, 2021
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayn Marotto li ser merasîma bidawîbûna perwerdehiya leşkerî ya jinên Êzidî peyamek parve kir û pesnê jinên êzidî da ku dixwazin beşdarî têkoşîna dijî DAIŞê bibin û parêzvaniya civaka xwe bikin.