TR KU SO
FB X
Kurdistan

9 endamên encûmenê yên HDPî ji kar hatin dûrxistin

Admin H
Nivîskar
📅 21 gulan 2019 20:13

PeyamaKurd – Li navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê 9 endamên encûmena şaredariya navçeyê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de hatibûn hilbijartin, bi hinceta endamtiya rêxistina terorê ji kar hatin dûrxistin.

Şaredarê ji AKPê yê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî ji medya tirk re ragihandiye ku 9 endamên encûmênê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve bi sedema lêpirsîna terorê ji kar hatine dûrxistin.

Hêjayî gotinê ye, her çiqas şaredariya Tetwanê ketibû destê AKPê jî piraniya endamên encûmena şaredariyê HDPê bi dest xistibûn.

Parve bike: