TR KU SO
FB X
Kurdistan

9 koçberên Kurd ji Lîbyayê têne vegerandin

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2026 17:05

PeyamaKurd - Berpirsê Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf îro 4ê Cotmehê ragihand, di encama hewlên wan de çarenivîsa 9 koçberên Iraqî yên ku bi rêyên neyasayî çûbûn Lîbyayê hat eşkerekirin û ew kar dikin, da ku wan bi dilxwazî vegerînin nav malbatên wan ên li Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê diyar kir ku dest bi rêkarên piştrastkirina nasnameya wan koçberan hatiye kirin, da ku bi daxwaza xwe vegerin Herêma Kurdistanê.

Sehaf derbarê rewşa wan de got: "Me pişknînên bijîşkî yên pêwîst ji bo koçberan encam dane, da ku em ji tenduristiya wan piştrast bibin. Di heman demê de em bi malbatên wan re jî di pêwendiyê de ne, da ku wan ji silametiya zarokên wan agahdar bikin."

Sehat eşkere kir, ji bo hêsankirin û lezkirina rêkarên vegerê, pasaport ji bo van koçberan hatine amadekirin da ku vegera wan a bi ewle misoger bibe.

Ehmed Sehaf tekez kir, balyozxane li ser şopandina rewşa koçberên Iraqî yên li Lîbyayê berdewam e û bi aliyên peywendîdar ên Lîbyayê re di nav hevahengiyê de ye, ji bo ku ewlehiya wan bê parastin û pêvajoya vegera wan a xwebexş bo welêt bi dawî bibe.

Parve bike: