Kurdistan
Agir bi garaja nexwesxaneya Kazimiye ya Bexdayê ket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li garaja nexweşxaneya Kazimiye ya Bexdayê şewat derket.
Tîmên berevaniya şaristanî ragihandine ku îro 5 Tîrmehê agir bi garaja nexwaşxaneya Kazimiye ya fêrbûnê ketiye ku otomobîlên fermanber û karmendên nexwaşxaneyê tê de bûn.
Hat diyarkirin ku di encamê de 6 otomobîl şewitîne û 75 otomobîl jî hatine rizgarkirin ku ti ziyaneke canî çênebûye.