TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi malê ket û 2 zarok û bav can dan

Admin M
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2020 23:15

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê di malekî de agir bi eşyayan ket û zarokên bi navên Esmanur û Berat Murat, bi bavê xwe ve yê bi navê Özgür Murat di malê de şewitîn û can dan. Cenazeyê her sêyan bo otopsiye şandin Tiba Edlî ya bajarê Erzeromê.

Piştî pêvajoya otopsiyê biqede wê cenazeyên wan bispêrin axê. Dê û 2 zarokên ku ji mirinê rizgar bûn, niha li nexweşxanê têne dermankirin.

Parve bike: