Kurdistan
Agir bi rez û darên kizvanan (fistiq) ket
PeyamaKurd- Li bajarê Batmanê li navçeya Kercewsê bi sedemaka nayê zanîn agir bi rezên tirî û darên kizvanan ket û di encamê de zerara mezin giha rez û kizvanan. Rez û darên kizvanan bûne weka terrafê.
Bo vemirandina agir xelkê deverê bi traktoran avê kişandin û xeberê dan îtfaiyê. Her dû alî karibûn di 3 sietan de agir vemirînin.
Li ser derketina şewatê lêpirsîna dewletê dewam dike.