TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi Sûka Çûkan a Qamislo ket

Admin H
Nivîskar
📅 16 gulan 2021 22:16

PeyamaKurd – Îro 16ê Gulanê agir bi Sûka Çûkan a li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ket.

Li gorî agahiyên ji bajêr, agir bi 8 dikanên li sûka çûkan a li bakurê Qamişloyê ketiye ku di encamê de zirareke mezin a madî çêbûye.

Şewata li sûka Çûkan bi destwerdana tîmên agirkujiyê hat vemirandin.

Hate zanîn ku zarokan li nêzî dikanan agir pê xistiye û piştre gihîştiye dikanan ku 8 dikan şewitî ne.

Parve bike: