TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi TIR a sîlihan ket

Admin M
Nivîskar
📅 25 nîsan 2018 20:50

PeyamaKurd-TIR a ku muhîmatên leşkerî ji Wanê dibir Hekkariya, di rê de agir pêket û hinek beşên ji rê hat girtin.

Bûyer di nîvê şeva borî de li devera Hekkarî, nêzî Pira Erzikî çêbû. Agir bi balatayên tekerên TIR ê ket. Bi asayîşê rê hat girtin. Parêzgeha Hekkariya li ser vê bûyerê beyaneka nivîskî da çapemeniyê û weha got:

“Muhîmmatên (alavên) ku agir zerarê nedaye wan, wê bo TIR ekî din bên neqilkirin. Muhîmmatên ku neteqiyane û li û dor belav bûne, bo berhevdana wan, bo lêgerîna wan û xistina bin kontrolê xebatên me bê navber dewam dikin. Dema xebata me biqede wê rê bo çûn û hatinê bê vekirin.”

Parve bike: