TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agirê bi daristanên Çapaqçûrê ketibû hat vemirandin

Admin M
Nivîskar
📅 02 îlon 2021 02:53

PeyamaKurd – 4 roj berê li navçeya Yaylidere ya bi ser bajarê Çapaqçûrê agir bi daristanê ketibû û îro agir hat vemirandin. Niha ciyê agir hat vemirandin tê sarkirin.

Di serî de agir bi gundê Saritosunê yê Yaylidereyê ket û bi bandora bayê belav bû. Tîmên rêvebiriya daristanan ya bajarê Çapaqçûrê, ji Xarpêt, Erzerom û Diyarbekirê bi temamî 110 tîm, 4 arazor, 2 makîneyên kar,4 arazozên îtfaiyê û helîkopterekî mudaxeleyê agir kirin. Di 4 rojan de karibûn agir vemirînin.

Niha ciyên agir bi wan ketibûn û agirê wan hat vemirandin, tên sarkirin.

Parve bike: